Artêşa Urdunê roja Duşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku wan êrîşeke dronî ya ser axa Urdunê têk bir û di encamê de ti qurbanî an zirarên madî nebûn.
Artêşa Udrunê di malpera xwe ya fermî de daxuyanîyek da û dibêje, ji çavkanîyeke leşkerî di Fermandarîya Giştî ya Artêşa Urdunê de got ku Hêza Esmanî ya Urdunê roja Duşemê sibehê du dronên ku axa Urdunê aramnc girtbû, xistin xwarê.
Çavkanîya fermî got ku tîmên Yekîneya Endazyarîya artêşa Urdunê çûne cihên ku bermahîyên dronan lê ketine, li gorî rêbazên teknîkî û ewlehiyê serederî ligel wan dikin û wan jinav dibin.
Li alîyekî din, Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) di daxuyanîyeke ser X'ê got, berî demeke kurt, Hêzên wan du dron li qada hewayî ya sînorê Urdunê destnîşan kirine, lê ew dron derbasî axa welêt nebûne.
IDF dibêje heta niha ew cihê ku dron jê hatine firînan di bin lêkolînê de ye.