Artêşa Urdunî roja Sêşemê di daxuyanîyekê de got ku hêzên wan ên berevanîya esmanî êrîşeke dronî ya ser axa welêt têk bir.
Artêşa Urdunê li ser platforma X'ê got: "Hêza Esmanî ya Artêşê serê sibeha Sêşemê, di çarçoveya rewşa çavdêrî û şopandinê de, serederî ligel dronekê kir ku qada esmanî ya Urdunê derbas kiribû, ew xistin xwar."
Li gor daxuyanîyê, parçeyên dronê li çolên rojhilatê Urdunê hatin xistin û li gor rêbazên berevanîya ewlehî û aramîya welêt serederî ligel hat kirin.
Daxuyanîya fermî ya Hêzên Çekdar ên Urdunê got: "ew di berdewam in di parastina sînor, ewlehî û serwerîya welat de, û ewê bersiva her gefekê ku ewlehîya netewî, serwerîya welêt û her metirsîyek ser jiyana hevwelatîyan dike aramanc bigirin."
Li alîyekî din, Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan êrîşeke dronî ji derveyî sînorên dewleta Îsraîlê destnîşan kiriye.
IDF got ku dron derbasî axa welêt nebûye û ew li ser axa Urdunê ketîye xwar, "ji bo ku cihê dron jê hatî firandin were destnîşan kirin, vekolîn tê berdewamkirin."