Kanala Fox News ya Amerîkî li ser zarê ajanseke nûçeyên Îranê ragihand ku Tehran gefan li dijî armancgirtina binesazîyên enerjîyê li herîma Kendavî dixwe, weke bersiv hember êrîşên Amerîka û Îsraîlê.
Karbidestekî payebilind ê ewlehîyê ji ajansa Tasnîmê re got ku raportên di medyaya Amerîkayê de behsa egera êrîşên Amerîkî û Îsraîlê li ser binesaziya Îranê dike û diyar kir ku Tehran “planên bersivdanê yên berfireh” hene.
Li gorî Tasnimê, karbidestê Îranî got ku ew planên êrîşên li dijî binesazîyên Îsraîlê û binesazîya enerjiyê ya Amerîkî li seranserê herêmê hene. Wî herwiha got ku hêzên çekdar ên Îranê hem "şîyan û hem jî vîyan" hene ku wan planan bicîh bînin.
Ev gef çend demjimêran piştî wê yekê hat ku Koşka Sipî ji Fox News re ragihand ku Serokê Amerîkî Donald Trump dê “bêdeng nemîne û rê nede vê tevgera terorîstî” û “eger Îran dê berdewam bike dê bihayekî giran bide heta ku ew bi rijdî were ser maseya danûstandinan.”