Koşka Spî bersiva pirseke Dengê Amerîkayê da ku li ser raporteke ajansa Reutersê bû; ya ku amaje bi wê yekê kiribû ku dibe sîstemên berevanîya esmênî yên ku li Çînê hatine çêkirin ji bo alîkariya Komara Îslamî bên şandin.
Koşka Spî ragihand ku ti çalakiyeke aliyên derve nikare şiyanên rejîma Îranê ji bo armancgirtina welatiyên Amerîkayê zêde bike.
Berpirsekî Koşka Spî ji Dengê Amerîkayê re got: "Wekî ku Serok gotiye, tu çalakiyek an piştgîriyek ji derve ji bo alîkariya Îranê, bi ti şêwazî nikarin şiyanên Îranê bihêz bikin ku bikare Amerîkayê armanc bigire."
Pêştir di raportekê de ajansa nûçeyan a Reuters'ê li ser zarê sê çavkaniyên agahdar ragihandibû ku Komara Îslamî di çend hefteyên pêş de dê yekem barê ku digihîje 400 mûşekên berevanîya esmênî yên ku li ser mil têne hilgirtin û li Çînê hatine çêkirin werbigire.