Hegseth Raportên Kêmbûna Mûşekên Berevanîyê Yên Amerîkî Red Kir

Trump

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth, raporta tora nûçeyan a CNN'ê rexne kir ku tê de hatibû gotin, di dema rûbirûbûna bi Îranê re, embarên artêşa Amerîkayê yên hin teqemenîyan daketine asteke "gelekî kêm û metirsîdar".

Hegseth di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê bal kişand ser bultena nûçeyan a ku ji alîyê torê ve hatibû weşandin. Di wê bultenê de hatibû gotin ku Amerîkayê di dema şerê bi Îranê re nêzîkî 80% ê mûşekên parastinê yên serekî bi kar anîne, û fermandarên leşkerî yên payebilind hişyarî dabûn ku ev daketine asteke metirsîdar.

Wî nivîsand: "Ev sernav ne rast e. Şerm li te be, CNN."

Kanala CNN di rapora xwe de, bi piştrastkirina ji çend çavkaniyên agahdar ve, diyar kir ku embarên sîstema berevanîya esmanî ya Amerîkayê di dema şerê bi Îranê re bi rengekî berçavan kêm bûne.

Ev nûçe di demekê de tê ku berdevkê bilind ê Pentagonê Sean Parnell çend roj berê ragihandibû ku artêşa Amerîkayê "bihêztirîn artêşa cîhanê ye û hemû ew tiştên ku Serokê Amerîkayê ji bo pêkanîna her operasyonekê ku bixwaze pêwîst in, hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê ragihandibû ku, li ser daxwaza welatên navçeyê, êrîşên li ser Îranê rawestandine daku derfetekê bidin danûstandinan.

Lêbelê, CNN dibêje ku nîgeranîyên derbarê kêmûkasiya embarên teqemeniyan de, digel nirxandinên îstixbaratî yên li ser îhtîmala zêdebûna qurbanîyên sivîl û gefên li ser binesazîya enerjîyê ya navçeyê, di rawestandina êrîşan de rol lîstine.