Amerîka Îdîya Wezîrê Derve Yê Îranê li Dor Lihevahtina Girtiyan Red Dike

Husyîn Amir-Abdollahian wezîrê derve yê Îranl.

Amerîka îdîaya 12ê Adarê ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Amir Abdollahian derbarê peymana pevguhertina girtiyan ya pêşîn ya bi Amerîka re red kir û ew wekî "derewek şaxdar" bi nav kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê, ew îdiya kirbû, lê tu hûrgilî li ser rêkeftina çaverêkirî negot.

Çendîn welatiyên Amerîkî yên ji esil Îranî, di nav de Siamak Namazi, Emad Sharghi, û Morad Tahbaz, li Îranê di zîndanê de ne.

Mediya Amerîkî û Îranî, di vê hefteyê de behsa îhtîmala lihevhatina derbarê girtiyan li her du welatan kirîye.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir-Abdollahian roja Yekşemê ji televîzyona dewletê re got ku Îran û Amerîka ji bo pevguhertina girtiyan li hev kirine û hêvî dike ku pevguhertin di demek nêzîk de pêk were.

Abdollahian herwiha got: “Me di rojên borî de li ser mijara pevguhertina girtiyan di navbera Îran û Amerîkayê de lihevkirinek pêk anî û eger her tişt ji aliyê Amerîkayê ve baş biçe, bi baweriya min emê di demek nêzîk de girtiyan biguherînin”.

Herwiha wî got"Her tişt ji aliyê me ve amade ye, lê Amerîka niha li ser hemahengiya teknîkî ya dawî kar dike."

Li aliyek din hin kenalên mediyayên Amerîkî jî, behsa red kirina Amerîka kir ya îdîyaên wezîrê derve yê Îranê derbarê lihevhatina guhertina girtiyan.

Jêder: Reuters/RFE/RL/AP