Komandarekî din yê Sipahê Pasdaran li Îranê Hate Kuştin

Komandarên Sipahê Pasdaran (Arşîv).

Komandarekî mezin yê Artêşa Nobedarên Şoreşê (Sipahê Pasdaran) li bakurê rojavayê Îranê hate kuştin, li gorî ajansên nûçeyan yên ser bi dewleta Îranê.

Medyaya Îranê roja Yekşemê ragihand ku “fermandar Hemîd Tebatebayî di erkekî de li bakura rojavaya welatî şehîd bû.” Lê belê çewanîya mirina Tebatebayî nehate eşkerekirin.

Her di vê mehê de komandarekî din yê Sipahê Pasdaran li rêya serekî ya navbera Beyrût û Şamê hate kuştin.

Karbidestên Îranî Îsraîlê bi kuştina General Hesen Şaterî tometbar dikin û soza tolhildanê didin.