Li Bakurê Îranê Peqîn di Kana Komirê de Pêkhat Kuştî Birîndar Hene

Arşîv

Mediya Îranê ragihand ku, peqînek mezin di kanek komirê de qewimîye, bi dehan karmendên wê kana komirê birîndar bûne û bi kêmî 2 kes hatine kuştin.

Ajansa "IRNA" li gorî berpirsê Îdara tengaviyan Sadiq Alî Moqedem, ragihand ku, peqîn li herêma Golestan ya bakûrê welat qewimîye, 40-50 kes di kana komirê de asê mane û nikarin derkevin.

Li aliyek din Pir Hossein Kolivand berpirsê rêvebirîya rewşa awarte li Îranê gotiye nêzîkî 80 kes di navbera heru beşên kan'ê de asê mane û niha hejmara rastî nayê zanîn.

Kana komirê، ya ku bûyer lê qewimî, dikeve bakûrê welat nêzîk Azadşehir, hakimê herêmê dibêje peqîn di wî demî de pêkhat, dema karmend di dema nobe guhartinê de bûn, 25 kes jibo rizgarkirina qûrbaniyan gihane di kan'ê de, herweha hejmarek ambolansan û tîmên hewarhatinê gihane cihê bûyerê.