Danûstanderên Îran û Amerîka bo Vejîna Peymana Navokî Diçin Vîyana

Danûstandkarê navokî yê Îranê Elî Baqerî Kanî

Danûstandkarê navokî yê Îranê Elî Baqerî Kanî û Rob Malley, nûnerê taybet yê Amerîka yê bo Îranê, dê vê hefteyê herin Vîyana, bo danûstandinên ser vejandina peymana navokî ya 2015’an.

Karbidestên Amerîka û Îranê îro Çarşemê ev agahî bi daxûyanîyên cuda ragihandin.

Medya dewleta Îranê îro ji zarê berdevikê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku Tehran amade ye bigehije peymanekê ku ger mafên wê garantî bike.

"Bagerî Kanî wê di nav çend saetan de ji Tehranê derkeve. Di vê gera danûstandinan de wê ramanên ku ji hêla alîyan ve hatine pêşkêşkirin, werin gotûbêjkirin, " Kenanî got.

Kenanî hevdem ragihand ku ev gera danûstandinan wê mîna her care wê bi kordînasyona Yekîtîya Ewrupa (YE) were darxistin.

Karbidestekî Amerîkî ji Ajansa Reutersê got ku wê Rob Malley nûnerê taybet yê Amerîka bo Îranê, jibo danûstandinan ser vejandina peymana navokî di nava vê hefteyê de, here Vîyana

Berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell hefteya borî gotibû ku wî belgeyeke nû pêşnîyar kiriye ku peymana navokî ya sala 2015’an were vejandin.
Li gor pêşnîyara Borrell wê Îran bernameya xwe ya navokî di berdêla rakirina toleyên aborî de sînordar bike.

Karbidestekî Îranî jî, ji Reutersê re ragihand ku danûstandinên li Vîyana wê di formata civîna Doha" de pêk werin, jiber ku tevî hewlîn nûnerê YE Enrique Mora, Tehranê red kiriye ku bi Washington re danûstandinên rasterast bike.

Enrique Mora di seatên zûtirin yên îro de li ser Twitterê di derbarê mijarê de peyameke weşand û wiha got:

" Ez ser rêya xwe ya bo Vîyana me, bo gotûbêjkirina #JCPOA ku vegere pêkanîna tam ya ser bingeha pêşnivîsa koordînator yê ku di 20’ê Tîrmehê de hatîb û pêşkêş kirin."