Îran jiber Vîrusa Korona Ketina Hindurê Du Eyaletan Qedexe Dike

Virus Outbreak Mideast Iran

Îranê dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 ketina hindurê du eyaletên xwe qedexe kir.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Îranî, bo tedbîra dijî Covid-10 ti kes dê nikaribe here Mazenderan û Gîlanê.

Cîgirê Walîyê Mazenderan Huseyin Hasanejad da zanîn ku ewê nehêlin ku maşîneyên nû derbazî eyaletên wan bibin.

Di navbera bajarên Gîlanê de jî rêyên çûyîn û hatinê hatin girtin.

Wezîrê Saxlemî yê Îranê Said Nemekî bang li gel kir ku girtina dibistinan wek fersendeke betlaneyê nebînin û neçin bajarên bi vîrus.

Covid-19 li Îranê heta niha 107 kes kuştine û ketiye canê pirtir ji 3500 kesan.