Roja Yekşemê artêşa Îranê li başûrê welat li nêzîk tengava Hormuz dest bi rahênanên leşkerî kirîye, ku Tehranê gotbû vê dawiyê aloziyek li wê herêmê bi Amerîka re rûdaye.
Kenalê TV ya fermî ya Îranê got "Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, dest bi rahênanên leşkerî kirîye ku dê mîlyon kîmetrên ducarkî vegire ji rojhilatê Hormuz, kendava Oman û bakurê oqyanosa Hindî"be, televizyonê dîmenên rahênanê weşandin ku firokên helîkopter, tank, dron (firokên bê firolevan) û gemî û keştiyên biçûk yên bilez derbaz dibin beşdarî kirine.
Kenalê fermî yê TV ya Îranê (IRIB News) ji zarê peyvdarê rahênan leşkerî admîral Mehmûd Mosewî gotiye"Ev rahênan hişyariyek cidîye bo wan dojminan yên niyetek xirab li hember Îranê heye."
Zêrevanên Şorişê (Heres Sewrî) roja Çarşemê dabûn zanîn ku vê dawiyê wan hewildaneke Amerîka ya dest biserda girtina keştiyekê ku petrola Îranê barkirbû li kendava Oman pûç derxistîye. Lê Washington ev îdîya zêrevanên şorişa Îranê bi tundî red kirbû û tekez li ser wê yekê kirbû ku ew "Ji nêzîk rewşa li herêmê dişopînin."
Ji sala 2019ê û vir ve, li herêma Kendavê êrîşên nediyar li dij keştiyan pêk tên û firokên bê firokevan dikevin xwar û êrîş li dij veguhastina petrolê zêde dibin û tirsa wê yekê zêde dibe ku nakokiyên Amerîka û Îranê gurtir bibin.
Peywendiyên dîplomasî yên her du welatan ji sala 1980ê heta niha hatine birîn.
Alozî di navbera Amerîka Û Îranê de ji sala 2018ê gurtir bûne, piştî ku Amerîka li serdema serokê berê Donald Trump biryara yekalî ya xwe vekişandina ji peymana navokî ya bi Îranê re dayî, ku hêzên navnetewî sala 2015an bi Îranê re îmza kirbû.
Tê texmîn kirin ku diyaloga bernama navokî ya bi Îranê re 29ê Mijdar cardî bihê destpêkirin, piştî ku li nîva meha Hezîrana borî rawestiya bû.