Li Îranê 4 Girtîyên Sîyasî yên Kurd Bin Xeterîya Darvekirinê de Ne

Mûhsin Mazlum, Pejman Fetehî, Vafa Azarbar û Hacîr, 4 girtîyên siyasî yên Kurd ku li Îranê rûbirûyê darvekirinê ne.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) îro Sêşemê ragihand ku çar girtîyên siyasî yên Kurd ku cezayên darvekirina wan hatine pejirandin di bin xeterîya darvekirinê de ne.

Muhsin Mazlum, Peyman Fetehî, Vefa Azarbar û Hacîr Feramerzî di 22’yê Hezîrana 2022’an de li Urmiyê hatibûn girtin û ji wê demê ve di derbarê wan de ti agahî nehatibû girtin.

IHRNGO bang li civaka navnetewî kir ku bo rawestandina darvekirina girtîyên Kurd demûdest tevbigere û hember tevahîya darvekirinên kêfî yên li Îranê bersîveke guncaw bide.

IHRNGO ragihand ku îfedeyên wan bi zorê êşkencê hatine sitandin û ew neçar hatine hiştin ku tawanbarîyên dozgerîya Îranê qebûl bikin.

“Cezayê darvekirinê ne tenê dijî mirovahî ye, herwiha ev çar girtîyên sîyasî jî wek gelek kesên din yên ku li berdarvekirinê ne, ji mafê bingehîn ya darizandina dadmend bêpar bûn û cezayên wan li gor qanûnên Komara Îslamî bi xwe jî ne rewa ne,” Revebirê IHRNGO Mahmûd Amiry-Moghaddam got.

Mazlum, Fetehî, Azarbar û Feramerzî ji alîyê Şaxê 26’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawanên dijmintîya xwedê û bi sîxurîya bo Îsraîlê bi darvekirinê hatine ceza kirin.

Li gor ragihandina xizmên wan, cezayên darvekirinê yên 4 girtîyên siyasî yên Kurd, ji hêla Şaxê 9’an ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatiye pejirandin.

IHRNGO da zanîn ku di encama darizandineke ne dadmend de ku tenê parêzerek ji alîyê dadgehê ve hatiye erkdar kirin de, cezayên darvekirinê li wan 4 Kurdan hatine birîn.

Moghaddam bal kişand ku karbidestên Îranê bi armanca rê li ber girtina protestoyan dixwazin di nava civakê de tirs belav bikin.

“Loma xeterîyeke pir mezin heye ku ev girtî û gelek kesên din ku rûbirûyê wan tawan in, werin darve kirin."

Komela Zehmetkêşên Kurdistanê do Duşemê ragihand ku Mazlum, Fetehî, Azarbar û Feramerzî pêşmergeyên Komîteya Şoreşa Kurdistanê bûn.

Berdevika Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Ferîba Mihemedî bang li rexistinên navnetewî kir sêdarekirina wan 4 kesan rawestînin.

Jêder: IHRNGO; Komela Zehmetkêşên Kurdistanê