Parlemana Îranê Rêkeftina Navokî ya ligel Hêzên Cîhanê Pejirand

Hin parlamenterên konservatîf nerazîbûna xwe ya dijî rêkeftina navokî nîşan didin

Parlemana Îranê îro Sêşemê biryarek qebûl kir û rê li ber rêkeftina navokî ya ligel şeş hêzên cîhanê vekir.

Ajansa IRNA ya dewletê got, qanûndanêr 161 beramber 59 dengan biryar pejirand û 13 parlamenter jî di dengdanê de amade nebûn.

Îran û şeş welatên serekî yên cîhanê, Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya li Vîyana giheştibûn rêkeftinekê ku dawî li programa navokî ya Tehranê bînin.

Kongresa Amerîkî jî meha borî pêdaçûna xwe temam kiribû û Demokrat hewla Komarîyan ya astengkirina pêşnîyara navokî jî rawistandibû.