Îranê Jimareka Milîtanên Sunnî Xendiqandin

Îranê Jimareka Milîtanên Sunnî Xendiqandin

Ragehandina Dewletê li Îranê dibêjît, karbidestan 11 endamêt komela serhedayêt Sunnî ya bi navê Cundullah xendiqandin ku berpisyariya xwe diyar kiribu beramberî hêrişêt xwekuj li heftiya borî.

Karbidestê dadperweriyê li parizgehê got, her yazde kes roja Duşembî hatine xendiqandin, li bajêrê Zahîdan li başûrarojhelata Îranê, piştî hatîne gonehbar kirin li dad kirineka azad û rewa.

Du hêrişêt xwekuj roja Çarşembî li parêzgeha Sîstan-Balocistan hatbûne kirin û 39 kes hatbûne kuştin. Hêrişkera nêzîkî mizgeftekê xwe peqand bu, ku gelek kes li wêrê xirve bibûn berî destpêkirna Aşûrayê ku girîntirîn rojêt olîne li nik Şîa.