Belgnameka ku ji layê malpera Wîkîleaks hate belav kirin dibêjit, serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî gote dîplomatên Amerîkî li sala 2009ê, ku Îran û Sûriya çek didane xirabkaran li Îraqê.
Ew belgename dibêjit, rêzdar Malikî ew çende gote Christopher Hill ku hîngî balyozê Amerîka bu li Îraqê. Ew malper dibêjit, serokwezîrê Îraqê gote balyoz Hill ku moşekên Strela yên dijî firokan ji wan çekan bûn.
Malpera Wîkîleaks dibêjit, wê belgenamê, têbînîyên karbidestekê balyozxana Amerîkî li Îraqê belav kirîne ku got bu ku ne balyozxanê û ne hêzên navneteweyî tiştek diyar nekirye sebaret moşekên sermila ku vê dûmahiyê li Îraqê hatîne girtin.