Li Zincîreka Hêrişan, Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin

Teqîna bajêrê Kerkukê, Duşembî, 15'ê Tebaxa 2011'ê.

Bi sedema zincîreka hêrişan li jimareka bajêrên Îraqî, bi dehan kes hatin kuştin.

Karbidestên Îraqî dibêjin, bombek li bajêrê Kut li başûrê Îraqî teqî û bi kêmî ve 34 kes hatin kuştin û 60 kesên din birîndar bûn.

Herwiha li bajêrê pîrozê Necef, du otombîl teqîn û bi kêmî ve 2 kes hatin kuştin û 17 kesên din birîndar bûn.

Li bajêrê Tirkrîtê, du hêrişberên xwekujî hêzeka dije-terorê kire armanc û herî kêm du polîs kuştin û şeş kesên din birîdar kirin.

Herwiha li Kerkukê, bi sedema du teqînan yek kes hat kuştin û çar kesên dî birîndar bûn.