Li Destpêka Cejnê, Sê Teqînan Bexda Hejand

Li Destpêka Cejnê, Sê Teqînan Bexda Hejand

Bi sedema sê teqînan li bazareka Bexda ya paytexta Îraqê, herî kêm heşt kes hatin kuştin.

Herwiha 20 kesên din li teqînên bazara Şorce roja Yekşemê birîndar bûn.

Tundûtûjiya Bexda di demekê de ye ku vekêşana hêzên Amerîkî li Îraqê berdewam e.

Tevaya hêzên Amerîkî, ku hejmara wan 33,000 leşker e, li dawiya vê salê li Îraqê dihêne vekêşan.