Hegseth: Amerîka Hêvî Dike ku Hêzên Îraqî, Tevî Pêşmerge, Pêşengiya Şerê li Dijî DAIŞ'ê Bikin

Elî El-Zeydî Serokwezîrê Îraqû û Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth roja Çarşemê di posteke xwe ya li ser X'ê de got, "Min îro li Pentagonê Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî pêşwazî kir."

Hegseth got: "Ji bo xurtkirina hevkarîya me, divê Îraq serweriya xwe biparêze û milîşyayên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin bêçek bike, ku ew komên çekdar berpirsiyarin ji zêdetirî 600 êrîşên li ser endam û karmendên Amerîkî di vê biharê de."

Amerîka hêvî dike ku hêzên ewlehî yên Îraqê, tevî Pêşmerge û hêzên din yên ewlehîyê yên li Herêma Kurdistana Îraqê, pêşengîya şerê dijî DAIŞ'ê bikin, ji ber ku mîsyona leşkerî ya hêzên hevpeymanîyê dijî DAIŞê li Îraqê ber bi dawî ve diçe.

Wî got: "Ewlekarîya Îraqê derîyê hevkarîya bazirganî û parastinê ya xurt vedike."

Hêjayî gotinê ye ku şanda Îraqî ya di asta bilind de bi serokatîya Serokwezîr Elî Falih El-Zeydî li Amerîkayê bi serok Trump û berpirsên Amerîkî re hevdîtinan encam didin.