Berpirsekî Îraqî Dibêje Daiş 12 Kes ji Malbatekê Kuştin

Berpirsekî Îraqî got gurûpa Dewleta Îslamî Daiş îro Şemiyê 12 kes ji malbatekê kuştin, di nav de jin û zarok, dema êrîş birin ser gundê wan.

Emmar Hikmet, cîgirê parêzgarê parêzgeha Selahuddîn, êrîşa gundê el-Ferahatiya piştrast kir.

Ne diyar bû çima ew malbat hat armanckirin.

Berpirsekî agahdariya Îraqê got:

“Em ne piştrast in eger kesek ji malbatê efserekî polîs bû, lê Daiş li herêmên beyaban ên Selahuddîn, Mûsil û Diyala hene û ew êrîş dikin gundên derveyî bajaran da xelkê bitirsînin û bi bîra wan bînin ku ew hîn li wir in.”

Berpirs nexwest navê xwe diyar bike ji ber pîvanên belavnekirina agahiyan.