Di Êrîşekê de li Bakurê Bexdayê Heft Kes Têne Kuştin

Di êrîşeke çekdarî de li ser konekî şînê li herêma Yesrib ya parêzgeha Selaheddîn li bakurê Bexdayê heft kes hatin kuştin, ku di nav wan de du endamên ewlekarîyê bûn û 11 kesên din jî birîndar bûn, li gor çavkaniyeke ewlekarîyê ku ji ajansa France Press re got.

Çavkanîyê got herî kêm sê kes beşdarî êrîşê bibûn li ser konê şîna gêncekî ku berî du rojan di avê de xeniqî bû û ew kesekî nêzîkî dozgerekî dadgeha fedralî ye.

Piştî êrîşê şandeke ewlekarî bi seroktiya cîgirê serokê operasyonên hevbeş serdana cihê êrîşê kir” ji bo çavdêrîya vekolînê û naskirina berferehiyên rûdanê”, li gor peyvdarê serkirdayetiya operasyonên hevbeş Tehsîn Xefacî ku li cihê rûdanê ji France Press re got.

Desthilatdaran di daxuyaniyeke şaneya ragihandinê ya girêdayî wezareta navxweyî de ev êrîş bi êrîşeke terorîst da zanîn bê ku hejmara qurbaniyan bide.

Desthilatdarên ewlekarîyê bêhtir texmîn dikin ku grûpa Dewleta Îslamî Daiş di paş van cûre êrîşan de ye.

Tê zanîn, roja berî cejna Qurbanê Daişê di êrîşekê de li Bexdayê 30 kes kuştin û 50 kesên din jî birîndar kirin.

Jêder: France Press