Îraq Hêzên xwe Dixe Amadebaşiyê ji bo Xwepêşandanên Başûrê Welêt

Îraqê îro Şemiyê hêzên ewlekariyê xistin asta bilind a amadebaşiyê wek bersiv ji bo xwepêşandanên berdewam ên parêzgehên başûrê welêt, li gor çavkaniyên agahdariyê û wezareta berevaniyê.

Biryara amadebaşiyê şeva borî ji aliyê serokwezîr Heyder el-Ebadî ve derket.

Tê zanîn ku el-Ebadî wek komandarê hêzên çekdar jî kar dike, li gor rênimayekê ku ajnasa Reuters dîtibû.

Hêzên dijî terorê û firqeya Nehan li parêzgeha Besra, cihê ku bû şeş rojin xwepêşandan berdewam in, belav bûn ji bo parastina zeviyên niftê, li gor çavkaniyên ewlekariyê.

Ev rênima tê wek hewlek ji bo rawestana xwepêşandanên ku her diçin berferh dibin.

Doh Înê bi sedan Îraqî derbasî firokxaneya bajarê Nejef bûn û tevgera wê rawestand.

Li Safwan, xala sînorî ya li gel welatê Kuwêt, û her wiha li ber dergehê zeviya niftê yê Al Majnûn, îro Şemiyê bi dehan kes tevlî xwepêşandanekê bûn .