Berevanîya Îraqê: Proseya Komkirina Çekan di Destê Dewletê de Pêş Dikeve

Arşîv: Leşkerên Îraqî û Mîlîşyayên Heşda Şabî

Wezareta Berevanîya Îraqê roja Şemîyê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikûmeta nû de ji bo ku çek tenê di bin kontrola dewletê de bimînin, ji gelek alîyan çek hatine wergirtin.

Tehsîn el Xefacî, Rêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Berevanîyê, diyar kir ku "pêvajoya yekkirina çekan di bin kontrola dewletê de li ser bingeha fermanên rasterast ji Serokwezîr Elî Zeydî û bi piştgirîyeke xurt ji rayedarên leşkerî, dewleta Îraqê û qanûn û destûra Îraqê, bi lezgînî birêve diçe."

El Xefacî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqî (INA) re got: "pêvajoya komkirina çekan girîng û aloz e ji ber ku çekên giran di destê hejmareke grûpan de hene û pirsên wekî erkdarkirina endamên grûpan, rêxistina wan di nava dewletê de û pile û mûçeyên wan, karekî ne hêsan e. Ew wext dixwaze û karkirin li ser wê hewce dike."

Wî piştrast kir ku "gavên girîng berê dest pê kirine ku xwe dispêrin qanûn, rêzikname û mekanîzmên damezrandî ji bo pêvajoya radestkirinê," û nîşan da ku "xebata li ser vê dosyayê bi rêkûpêkî berdewam dike."

Karbidestê Îraqî herwiha got ku " ji bo temamkirina wê ti demeke diyarkirî tune ye. "

Di çarçoveyeke têkildar de, Fermandarê Operasyonên Bexdayê Welîd Xelîfe piştrast kir ku pêvajoya sînordarkirina çekan di destê dewletê de berdewam dike, û tekez kir ku hemî çek dê di bin kontrola dewletê de bin.

Xelîfe eşkere kir ku sê grûpên çekdar xwe hidiweşînin û berê xwe dane hêzên ewlekarîyê yên dewlet û hikûmeta Îraqê.

Berê, rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Washingtonê veguhestina 500 mîlyon dolar ji dahata petrola Îraqê bo Bexdayê wekî beşek ji zexta xwe li ser hikûmeta Îraqê ji bo kontrolkirina alîyên çekdar rawestandîye.

Meseleya "sînordarkirina çekan di destê dewletê de" yek ji xalên herî berçav di bernameya hikûmetê de ye ku ji hêla Serokwezîrê nû Elî Zeydî ve di Gulana borî de pêşkêşî parlamentoyê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku ev du roj in, tevgera komkirina çekan ji grûpên çekdar bi serokatîya serokê komîteya ji bo vekişîn û sînordarkirina çekan di destê dewletê de, Lîwa Qeyis el Mihemedawî dabû destpêkirin.

Li gor daxuyanîya Şaneya Ragihandina Ewlakarîya Îraqê, heta niha gelek çekên giran û sivik ji grûpên çekdar hatine komkirin.