Payvdarê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî îro Duşemê ragihand ku Serokwezîr Elî El-Zeydî ferman daye Wezareta Darayî ku hesabekî bankê yê taybet veke ji bo ku pereyê ji gendelan tê vegerandin bixin wî hesabî.
Ebûdî zelal kir ku "Ev gav ji bo ewlekirina wan pereyan e ku ji kesên gendel tên vegerandin."
Di daxuyanîyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA), Ebûdî diyar kir ku hikûmet bi vê gavê dixwaze erkên xwe yên destûrî ji bo parastina sermiyan û samanên giştî bi cih bîne û sazîyên dewletê bikar bîne da ku erkên xwe bi awayekî durist bicih bîne.
Ebûdî tekez kir ku ev operasyona ewlehîyê ranaweste. Heta niha 21 kes bi tawana gendelîyê hatine girtin û operasyonên şopandinê ji bo girtina kesên din ên têkildar didomin.
Piştî girtina bi dehan berpirs û parlementeran li Îraqê bi tawana gendelîyê, Serokwezîr Zeydî tekez kir ku li welat parastin û berevankirin ji bo tu kesên gendel tune ye.
Wî herweha di axaftineke xwe de, di civîna wezîran a derengîya şeva borî ya Yekşemê de, got ku ewê bi şev û roj li pey her gendelekî bin.
Zeydî got ku "pereyên Îraqîyan emanet in di stûyê hikûmetê de" û diyar kir ku Îraq dê rûpeleke nû veke.
Hêjayî gotinê ye ku operasyona li dijî hin berpirs, parlementer, û karsaz serê sibeha Yekşemê li paytext Bexda bi navê Operasyona "Sewlet El-Fecir" hatibû destpêkirin.
Li gor hikûmeta Îraqê, opresyon dê berdewam bibe heta pereyên gel ji gendelan tên vegerandin.