Du Parlementerên Kurd li Bexdayê: Navê Hin Kurdan jî di Lîsteya El-Zeydî ya Gendelan de Heye

Iraq Elections

Du parlementerên Kurd li Bexdayê tekez dikin ku navê hin Kurdan jî di lîsteya Serokwezîr a ji bo jinavbirina gendeliyê de li Iraqê heye. Ew herweha dibêjin ku tenê hejmara navên di lîsteyê de ji hezar kesî zêdetir e û piştî mikurhatina (îtirafên) kesên girtî, bi teqezî dê ev hejmar hîn bêtir bibe.

Mazin Xerîb, endamê Komiteya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê, ji Dengê Amerîkayê re ragihand: "Lîste ji hezar kesî zêdetir e û Kurd jî tê de hene. Ji bo vê pêngavê, Serokwezîr pişta xwe bi Amerîkayê girêdaye. Di vê demê de jî, ji ber mijûlbûna Îranê bi kêşeyên xwe yên navxweyî re, rewşeke baş ji bo Serokwezîr çêbûye ku dest biavêje vê doseyê."


Her çend e ku heta niha navê tu berpirsekî Kurd bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, lê Dr. Rêbwar Kerîm, endamê Encûmena Nûneran a Iraqê, ji Dengê Amerîkayê re got: "Tiştê ku li ber destê me heye ew e ku berpirsên Kurd ên di nav hikûmet û saziyan de di vê yekê de cîh girtine û di lîsteyê de hene, lê belê em heta niha nizanin ka ew nav dê kê ne."

Mazin Xerîb her weha tekez kir ku: "Di hemû waran de û di asta hemû berpirsyariyên curbicur de, kes tevlî dosiyên gendeliyê bûne; ji asta herî bilind a berpirsyariya hikûmetê, parlementer, wezîr û heta kesên sivîl û bazirganan jî."

Mazin Xerîb

Ev çend roj in ku Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî helmetek "mezin" a girtina wan kesên ku di mijara gendeliyê de li Iraqê cîh girtine ragihandiye. Ji bo vê yekê jî lîsteyeke navên van kesan amade kiriye û şeva borî operasyoneke berfireh di nav taxên cuda yên Bexdayê de hat destpêkirin; ji ber vê yekê jî hejmareke berçav ji berpirs, parlementer û şêwirmendan hatin girtin.

Îro 28ê mehê (Hezîranê), Saziya Destpakîyê ya Federal a Iraqê (Nezahe) di daxuyaniyekê de diyar kir ku: "Helmeta girtina tawanbarên têkelî bi gendeliyê ve hene, berhema yekxistina hewldanên hevbeş û temamker ên di navbera her sê desthilatên dadwerî, cîbicîkar (hikûmet) û yasadanan (parlemento) de ye ligel hewldanên saziya me. Ev yek rasterast bûye sedema cîbicîkirina van fermanan, ku ev jî encama şopandin, hûrbînî û çavdêriya berdewam a aliyên peywendîdar e."

Dr. Rêbwar Kerîm

Saziyê herweha got: "Di encama helmeta îro de, destkeftiyên me yên mezin hebûn."

Medyaya fermî ya hikûmeta Iraqê ragihand ku: "Di vê qonaxê de 47 parlementer û berpirsên Iraqî bi tawan gendeliyê hatine girtin."

Berfirehbûna helmeta girtina berpirsên di mijara gendeliyê de, piştî girtina Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Selahedînê û Ednan Cumeylî Cîgirê berê yê Wezîrê Petrola Îraqê hat.

Mazin Xerîb got: "Wisa xuya dike ku Ednan Cumeylî mikurhatin (îtiraf) li ser hemû kesên ku di gendeliyê de cîh girtine kiriye, ji ber vê yekê ev hejmar dê hîn bêtir bibe û dê kesên din jî lvehewîne."

Wî herweha got: "Hêzeke mezin a Antî-Terorê li hemû bajaran belav bûye û îro ev hêz gihîştin Kerkûkê jî, bi mebesta cîbicîkirina biryarên dadgehê."