Fûad Hisên: Îraq Êrîşên li ser Welatên Kendavê Red Dike

Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Husên îro Sêşemê tekez kir ku "Îraq êrîşên li ser welatên Kendavê red dike" û herwiha diyar kir ku "siyaseta nû ya Îraqê li ser bingeha prensîpa sînordarkirina çekan e."

Di konferanseke rojnamevanî de ya hevbeş ligel Sekreterê Giştî yê Civata Hevkarîya Kendavê Casim Mihemed El-Bedîwî, Wezîrê Derve yê Îraqê destnîşan kir ku serdana karbidestê Kendavî di bin mercên gelek aloz û hestiyar re derbas dibe ku herêm tê de ye.

Ji alîyê xwe ve, El-Bedîwî tekez kir ku ewlehî û aramîya Îraqê stûneke sereke ye ji bo ewlehîya welatên Kendavê û tevahîya herêmê.

El-Bedîwî diyar kir ku serdana wî ya ji bo Bexdayê gelek peyamên piştgirî û hevgirtinê hildigire. Wî herwiha pesna pêngavên hikûmeta Îraqê kir yên ji bo rêgirtina li êrîşên ji xaka Îraqê ber bi welatên Kendavê ve.