Îraq Dibêje Ewê Vekolîneke Hevbeş ligel Îranê Derbarê Êrîşa Dijî Erebistana Siûdîyê Destpê Bike

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê îro Şemîyê ragihand ku Serokwezîr Elî Zeydî vekolîneke hevbeş derbarê dîtina cihê avêtina dronan ber bi Erebistana Siûdîyê ve ku nêzîkî sînorê Îraq û Îranê ye pesend kir.

Hikumeta Îraqê di daxuyanîyekê de ku ragihand ku “Serokwezîrê Îraqê li ser daxwaza Îranê ji bo vekolîneke hevbeş derbarê êrîşên li nêzîkî sînorê Îraq û Îranê de, qayil bûye."

Di daxuyanîyê de hate eşkerekirin ku vekolîn dê rewşa derdora cihê dîtina taqandina dronan be, ku êrîşan li dijî borîya petrolê ya Rojhilat-Rojava ya Erebistana Siûdî hatibûn bikaranîn. Ew cih dikeve nêzîkî herêma sînorî ya di navbera Îraq û Îranê de.

Di daxuyanîya hikûmeta Îraqê de hate gotin ku Zeydî ferman daye ku fermandarê polîsên parêzgeha Meysanê ji kar were dûrxist. Herwiha rêveberên dezgehên ewlehîyê hatine veguhestin û dê lêpirsîn ligel wan bête, piştî êrîşa vê dawîyê dijî Erebistan Siûdî.