Rêberekî Sunnî yê Iraqî ragihand ku îhtîmal heye hêzên çekdar ên Şî'ia yên Îraqê beşdarî serkutkirina xwepêşanderên Îranî bibin.
"Li Îraqê gelek partî hene ku nêzîkî Îranê ne. Îran dikare alîkarîyê ji wan bixwaze eger pêwîst be," Îsmaîl Hedîdî, rêberê payebilind yê Sunnî li Îraqê, îro Çarşemê ji Dengê Amerîkayê re got.
Hedîdî dibêje, her çendê ew niha ne piştrast e ku beşdarî heye an na, lê ew tekez dike ku "piştrast e ku xwestekek ji bo beşdarbûnê heye."
Her roja Çarşemê, çavkanîyekê ji Dengê Amerîka re got ku nêzîkî 40 otobusên hêzên Nuceba roja Sêşemê êvarê ji xala sînorî ya Munzrîyê derbasî Îranê bûn da ku alîkarîya hikûmeta Îranê bikin ku xwepêşanderan tepeser bikin.
Malpera MediaLine ya Amerîkî got ku bi dehan otobusên tijî hêzên çekdar ji Îraqê bi navê hecê ber bi Îranê ve hatine şandin. Tê guman kirin ku çekdarên Şî'a di nav wan de ne.
Li gorî çavkanîyên herêmî yên Îraqî, ji êvara Yekşemê vir ve zêdetirî 60 otobus ji sînorê Îraqê derbasî Îranê bûne. Her yek ji otobusan nêzîkî 50 kes hilgirtibûn.
"Amerîka rewşa li Îraqê dişopîne û her tevlêbûneke hêzên Îraqî di pirsgirêkên Îranê de hebe, dê Îraqê bike beşek ji pirsgirêkê," Hedîdî ji Dengê Amerîka re got.
Hedîdî got, "Her alîyekî Iraqî ku piştgirîyê dide Îranê dê ji bo me hemûyan pirsgirêkan çêbike û dibe ku em rastî êrîşê werin. Ez naxwazim Îraq bi ti awayî beşdar bibe."
Rêberekî Sunnî: Her Alîyekî Îraqî Piştgirîyê Bide Îranê dê Bibe Pirsgirêk bo Hemû Îraqîyan
Îsmaîl Hedîdî