Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îranê li Tirkîyê Kom Bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê li kêleka Konferansa Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ya li Antalyayê li Tirkîyê civîneke ligel Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan pêk anî.

Barzanî li ser platforma X'ê civîn wekî "berhemdar" binav kir û got ku wan li ser peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îranê de, nêrîn û helwestên xwe guhertin.

Barzanî herwiha got ku wî û Pizîşkîyan girîngîya domandina hevrêzî û hewildanên hevbeş ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên herêmî piştrast kir. Wan tekez li ser wê yekê kir ku diyalog, têgihiştin û hevkarî rêya herî baş e ji bo bidestxistina aştî û aramîya mayînde li herêmê.

Ev civîna Barzanî û Pizîşkîyan piştî wê hat ku raportên medyayî hatibûn belavkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê di navbera rêveberîya Trump û Îranê de rola navbeynkarîyê lîstiye.

Malpera Axios a Amerîkî di raportekê de ku di 16'ê Tebaxê de hate weşandin, ragihand ku rêveberîya Trump di dema hewildanên xwe de ji bo destpêkirina danûstandinan bi Îranê re, ji Barzanî daxwaz kiribû ku bibe kanala peywendîyê ligel fermandarên Arteşa Pasdaran û alîkarîya gihandina peyaman bike.