Îraqê Fermana Girtina Kurdekî Serkirdeyê Toreke Qaçaxîya Petrola Îranê da

Avahîyê Civata Dadwerîya Bilind a Îraqî

Li gorê ajansa Nûçeyan ya Dewleta Îraqî (INA)Dadgeha bilind a Îraqê roja Yekşemê, 13ê Îlonê, fermana girtina Omêd Hacî Ehmed derxist; ku di pasaporta wî ya Brîtanî de bi Salim Ehmed Se'îd tê nasîn.

Tora ragihandina Îraqî di hesaba xwe ya X'ê de weşand ku Dadwerê lêkolînê yê Dadgeha Tawanên Gendelîyê, Ziyai Cefer, li gorî Yasaya Dijî Terorê û Şûştina Pereyan, bi tohmeta şûştina pereyan biryara girtinê ji bo tawanbarê reviyayî Omêd Hacî Ehmed – ku bi navê xwe yê Brîtanî Salim Ehmed Se'îd tê naskirin – derxist.

Li gorî biryara dadgehê û agahîyên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Salim Ehmed Se'îd bi şûştina pereyan û piştgirîya darayî ya terorê tê tawanbarkirin.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê Salim Ehmed bi rêvebirina tora qaçaxçîtîya petrolê ya Komara Îslamî ya Îranê tawanbar kir. Tora ku petrola rejîma Îranê wek petrola Îraqê, hinardeyî bazarên navneteweyî dikir.

Washîngton wî kesî bi rêvebrîya toreke tawankar a dest ligel Îranê heyî û di berjewendîya wê de dixebite tawanbar dike.

Amerîka di sala borî de navê wî, hin kompanî û keştîyên girêdayî wê torê xiste di lîsta xwe ya cezayan de.

Her çend Salim Ehmed Se'îd navên cuda hene jî, lê çavkanî dibêjin ku ew karsazekî Kurd e ku li Hewlêrê dijî û nasnameya Brîtanî heye û bi salan di sektorên petrol, barkirin û bazirganîyê de xebitiye, lê gelek hûrgilîyên jiyana wî ya kesane û karsazîya wî ji raya giştî veşartî mane.