7 Kes di Êrîşeke Esmanî de li ser Hêzên Heşda Şeibî li Îraqê Hatin Kuştin

Arşîv: Hejmarek çekdarên Heşda Şeibî li Taze, baûrê Kirkuk

Karbidestên ewlekarîyê yên Îraqê ragihand ku êrîşên nû yên esmanî li ser binghên Heşdî Şeibî li rojavayê parêzgeha Enbarê pêk hatin.

Ajansa Reuters jî ragihand ku "du mûşek ji balafireke şer" roja Çarşemê serê sibê li heman bingeha li parêzgeha Enbarê ku roja Sêşemê rastî êrîşê hatibû, ketine.

Wezareta Berevanîya Îraqê got ku di êrîşê de heft kes hatine kuştin.

Reuters, li gor çavkanîyên ewlekarîyê ragihand ku di êrîşên li nêzîkî navendeke tenduristî ya artêşa Îraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê de du leşkerên Îraqî jî hatin kuştin û 20 leşkerên din jî birîndar bûn.

Roja Sêşemê, 15 çekdarên Heşdî Şeibî di êrîşekê bi heman şêweyê de hatin kuştin.

Ji destpêka operasyona hevbeş a Amerîka û Îsrîalê bo ser rejîma Îrnaê ve, bingehên Amerîkî û balyozxaneya Amerîkî li Îraqê rastî êrîşê hatine û komên çekdar ên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin berpirsiyarîya wan êrîşan girtine ser xwe.

Raportên ji herêmê ragihand ku balafirên leşkerî şeva Sêşemê û sibeha Çarşemê li ser paytexta Îraqê Bexdayê firiyane.