Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê Qasim el E'recî, Îro Pênşemê ragihand ku wî li ser rênimayên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî, serokatiya şandeyeke ewlehî ya bilind bo parêzgeha Silêmaniyê kiriye.
El-E'recî, li ser hesaba xwe ya fermî ya X'ê, diyar kir ku ev serdan di çarçoveya karên komîteya fermana serokatiyê ya jimare 23151 de pêkhat, daku çavdêriya bicî anîna peymana ewlehiyê ya navbera Îraq û Îranê de bike.
Di civînan de, mekanîzmayên cîbicîkirinê û pêngavên pêwîst ji bo xurtkirina hemahengî û hevkariya ewlehî ya hevbeş hatin gotûbêj kirin, bi mebesta parastina sînorên Iraqê, çespandina aramî û ewlehiyê, û piştgirîkirina serweriya dewletê li gorî berjewendiyên niştimanî yên bilind.
Di daxuyaniya xwe de, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî tekez kir ku ewlehiya Îraqê û aramiya sînorên wê ewlehiya niştimanî ya herî giring û neguhêr e, û ev pêngav li ser bingeha hevkariya berpirsiyar, rêzgirtina li serweriya welatan û prensîbên girtina cîrantiyeke baş tê meşandin.
Li alîyek din raportên medya herêmî ragihandin ku şandeke pilebilind ji Wezareta Berevanîya Îraqê ji bo sazkirina sîstema Berevanîya esmanî li zeviyên petrolê gihîştiye Herêma Kurdistana Îraqê.
Şand, bi serokatiya Cîgirê Giştî yê Karûbarên Operasyonan ê Iraqê, ferîq Rûkin, Sa'id Elî A'tî, roja Pêncşemê 18 Hezîranê gihîştiye Herêma Kurdistanê da ku berevanîya esmanî ji bo zevî û bingehên petrolê yên li Herêma Kurdistanê peyda bike.
Şand ji aliyê Wezîrê navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin û piştre ber bi zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve çû.