Jiber Nexşeya Êrîşeke Dijî Mesîhîyan 3 Lîbyayî li Îraqê Hatine Kuştin

Jiber Nexşeya Êrîşeke Dijî Mesîhîyan 3 Lîbyayî li Îraqê Hatine Kuştin

Hêzeke leşkerîya Îraqê 3 Lîbyayî kuştin bi gumana nexşe kêşana êrişên xwekuj berî Cejna Krîstmisê.

Peyîvdarê leşkerî roja Duşembê gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, serbazan êriş kire ser xanîyekî li rojava Mûsil, bakura Bexda, ku terorîstan bi narincokên destî êriş kire ser wan.

Ev tund û tûjî di demê ku de diqewimin ku Komela Lêxweşbûna Navneteweyî, Amnesty International daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku kêmanîya Mesîhî pitir biparêze, ji êrişên ku çaverê tê kirin li demê Cejna Krîstmisê zêde bibin.

Rêvebirê Amnesty International bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakura Efrîqa, Malcolm Smart roja Duşembê got, êriş li ser Mesîhîyan û dêrên wan li hefteyên borî zêde bibûn.