Hêzên Hikûmeta Îraqê Ketin Nav Curf el-Sexirê

Hêzên Îraqî li devera Curf el-Sexerê

Hêzên hikûmeta Îraqê piştî çend rojan alozî û gefên pevçûnê, îro Înê di rêkeftinekê de bi mîlîşyayên Hizbullah re, ketin navçeya Curf el-Sexerê.

Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî piştî ketina hêzên Iraqî di bin fermandarîya polîsên federal û beşdarîya du lîwayên Heşda Şe'bî de di vîdyoyekê de got: "Divê tu hêz li derveyî dewletê nemîne."

Di rojên dawî de, gefên pevçûnê di navbera hêzên fermî yên Îraqî û mîlîşyayên Hizbullaha ser bi Îranê ve de hebûn. Lê belê, paşê li ser avakirina navendeke operasyonên hevbeş peymanek hat çêkirin û hêzên fermî bêyî pevçûn ketin navçeya Curf el-Sexerê.

Hikûmetê got ku vegerandina desthilatdarîya dewletê bo navçeya Curf el-Sexerê beşek ji hewldanên hikûmetê ye ji bo yekkirina hêzên çekdar û jiholêrakirina qaçaxçîtîya petrol û çavkanîyên welêt.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû ku ew piştgirîyê dide hewldanên Zeydî û Îraqî hand dabû ku piştgirîyê bidin vî serokwezîrî.

Berdevkekî Wezareta Derve roja Sêşemê ji Dengê Amerîka re got ku Washington ji hikûmeta Îraqê çaverê dike ku mîlîşyayên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin ji bo hewldanên wan ên ji bo nearamkirina Îraq û herêmê berpirsiyar bigire.

Berdevk got ku mîlîşyayên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin "bi awayekî çalak serwerî û aborîya Iraqê têk dibin û bi rêya bertîl û gendelîyê samanên Îraqê didizin da ku sûdê bidin xwe û rejîma Tehranê."