Partî û pêkhateyên Kerkûkê bi hêzdarî dest bi helmeta hilbijartinan kirine. Her pêkhateyek dixwaze di encûmena bê ya parêzgeha Kerkûkê da herî zêde kursiyan bi dest bixe, di demekê da ku her pêkhateyekê jî çend lîsteyên hevrikiyê hene.
Di çarçoveya hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê da, biryar e roja 18’ê Kanûna 2023’yan hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê bêne kirin ku partî û pêkhateyên wê ji bo bidestxistina 15 kursiyên encûmena parêzgehê hevrikiyê dikin.
Kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo encûmena parêzgehê Yawer Şukur ji Dengê Amerîka re got: “Piştî 16’ê Cotmeha 2017’an gelek Ereb anîne Kerkûkê, ji ber wê jî divê tevahiya gelê Kurd yê Kerkûkê dengê xwe bidin.
Partiyên Ereb û Tirkmenên Kerkûkê jî Kurdan bi wê yekê tohmetbar dikin ku ji sala 2003ê ve pir zêde Kurd anîne Kerkûkê ji ber wê jî daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin.
Hoşyar Hîcran Kakeyî, kandîdê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehê, pêşbînî kir ku Kurd ji 15 kursiyên encûmenê 8 heta neh kursiyan bi dest bixin.
Di hilbijartinên 2021’ê yên Parlamana Îraqê da, Kurdan li Kerkûkê bi 176 hezar deng, 6 kursî, Ereban jî bi 166 hezar deng 4 kursî bi dest xistin. Tirkmenan jî bi nêzîkî 83 hezar deng, 2 kursî bi dest xistin.
Mehmûd Zeydan, kesayetiya siyasî ya Erebên sunnî li Kerkûkê, di wê baweriyê de ye ku Kurd dê piraniya kursiyên encûmena parêzgeha Kerkûkê bi dest bixin.
Zeydan ji Dengê Amerîka re got: "Tê çaverêkirin ku Ereb pênc ji 15 kursiyên encûmena parêzgehê bi dest bixin. Bi baweriya min Ereb û Tirkmen dê nîvê kursiyan bi hev re bidest bixin, lê Kurd nîvê din bi dest bixin."
Aliyên siyasî yên Kerkûkê ji rêjeya beşdariya hilbijartinên encûmenên parêzgehan ditirsin, ji ber wê jî aliyên siyasî hewlên xwe zêde kirine û dixwazin bi qasî piştevanan xwe bigihînin ser sindoqan.
Seroka Eniya Tirkmen li Kerkûkê Sawsan Jedûi ji Dengê Amerîka re got: "Hejmara kursiyên her civakekê bi rêjeya beşdarbûnê ve girêdayî ye. Em hêvîdar in ku em şeş kursiyan di encûmena parêzgeha Kerkûkê de bi dest bixin da ku tirkmenan ji dûrketinê rizgar bikin."
Tevî hevrikiya pêkhateyên li Kerkûkê ji bo bidestxistina piraniya kursiyan ji 15 kursiyên encûmena parêzgehê, lê çend lîsteyên cuda di nava wan bi xwe de hene û bi hev re hevrikiyê dikin.
Raporta Dilşad Enwer
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Deng/Dilşad Enwer