Raport: Bexda Du Lîwayên Leşkerî Ser Sînorê Herêma Kurdistanê Belav Dike

Arşîv: Îraq

Di rojên derbasbûyî de êrîşên dronan bo ser parzgehên herêma Kurdsitanê zêde bûn, berpirsên herêmê ew êrîş şermezar kirin û gilî li hikûmeta navendî ya Bexda kirin ku divê kontrola dewletê li ser grûpên çekdar hebe.

Tê gumankirin ku piranîya êrîşên vê dawiyê yên ser Herêma Kurdistanê ji alîyê hin grûpên çekdar yên alîgirên Îranê ve tên encamdan, ew grûp ji herêmên Mûsil, Kerkûk û Diyala êrîşan li ser herêmê pêktînin.

Li gur raportên ji herêmê tên, li deşta Neynewayê du lîwayên Heşda Şa'bî hebûn, niha hikûmeta Îraqê biryar daye ku lîwayên leşkerê Îraqê li herêma sinorî ya bi Herêma Kurdistanê re hevsînore werin bicih kirin.

Ji bo ku rêgirî li êrîşên grûpên girêdayî Heşda Şa'bî yên ser herêma Kurdistanê werin rawestandin, hikûmeta Hewlêrê û ya Bexdayê di nava danûstandinan de ne, wek pêngavên pêşî, lo gor fermana Mihemed Şîa Sûdanî Serokwezîrê Îraqê, li şûna Heşda şaabî, leşkerên Îraqê tên bicîkirin.

Serokê Berê yê Civata Parêzgeha Neynew û endamê berê yê Parlemena Îraqê Bişar Kîkî gote Dengê Amerîka, "Êrîşên ser herêma Kurdsitanê ji herêmên kêşebar tên, ew grûp, ewin yên ku bi eşkerayî xwe berpirs ji wan êrşên dronî ragihandîn, ku alîgirên Komara Îslamî ya Îranê ne û bûne beşek ji şerê di navbera Îran ji alîyekî û Amerîka û Îsraîlê ji alîyek din de."

Kîkî got "Ev ne cara yekê ye herêma Kurdsitnaê dibe armanca êrîşên grûpên çekdar, berî niha jî ciyên stratejî wekî çavkaniyên enerjiyê hatine armanc girtin. "

Ser bersivdana derbarê êrîşên grûpên çerkdar bo ser Herêma Kurdsitanê Kîkî got "Çendîn caran berpirsên Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Bexda kirîye ku sinorek bo wan gûpan were danîn, lê ew berdewam dijatîya herêma kurdistasnê dikin û zêdegaviyên wan zêdetir dibin."

"Ew pêngava Sûdanî avêtî ya anîna du lîwayên leşekerê Îraqê li şûna wan grûpên Heşda Şaabî karek başe, lê ez bawer nakim leşkerê Îraqê li hember Heşda Şa'bî baladest be," Bişar Kîkî got.

Wî her wiha got tevgeriyana wan grûpan û bomebarankirina Herêma Kurdistanê bi rêka dronan "Ne bes zerere bo herêmê bitenê belkî bo îraqê jî, lewan me dît ku hêzên Amerîka û hevpeymanan bi firokên helîkopter li Mûsil, li devera Reşîdîyê û li Geyare êrişî wan grûpan kirin. "

Di 4'ê Adara 2026'an de, Mihemed Şî'a Sûdanî, wekî fermandarê giştî yê hêzên çekdar, ferman da ku hin berpirsên îstîxbaratê yên hêzên ewlehiyê yên Mûsil wekî beşek ji tedbîrên ji bo pêşîgirtina li êrîşekê li ser Herêma Kurdistanê werin dûrxistin.

Your browser doesn’t support HTML5

Bişar Kiki.wav