Karbidestên Herêma Kurdistanê Daxwaza Qerebûkirina Qurbanîyên Enfalê Dikin

Wêne ji arşîvê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji hikûmeta federal a Îraqê xwest ku malbatên qurbanîyên komkujîya Enfalê, êrîşên kîmyayî û tawnaên rejîma berê qerebû bike.

Di salvegera 38'emîn a Enfala Behdînanê, Barzanî îro Sêşemê li ser X'ê got ku di qonaxa dawî ya wê kempeynê de rejîma berê ya Îraqê bi hezaran sivîl kuştin û revandin û bi sedan gund wêran kirin, herwiha deh hezaran kes ji cihên xwe hatin koçberkirin.

Wî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgirîya malbatên qurbanîyên Enfalê bidomîne.

Di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî daxwaza qerebûkirina madî û moralî ji hikûmeta federal a Îraqê bo qurbanîyên Enfalê û hemê qurbanîyên rejîma berê dubare kir.

Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser platforma X'ê belav kir û got ku Enfal ji alîyê Dadgeha Bilind a Cezayî ya Îraqê ve wek jenosîd, tawana ceng û tawana li dijî mirovahîyê hatiye nasîn.

Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê hewldanên xwe bidomîne da ku Enfalê li ser asta cîhanî wekî jenosîd bidin naskirin.

Enfala Behdînan di 25'ê Tebaxa 1988'an de bi fermana Sedam Hisên, serokê berê yê Îraqê, destpê kir bû û di Îlona heman salê de bidawî hat.

Enfala Badînanê piştî komkujîya çekên kîmyayî ya Helebçeyê hat ya ku di 16-17'ê Adara 1988'an de pêk hat., tê de rejîmê dora 5 hezar Kurd kuştin.