Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi tundî êrîşa bi dronan a li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêvebirê Ajansa Parastinê şermezar kir.
Di pêwendiyeke telefonî de, Zeydî ji Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re piştrast kir ku "ev êrîşên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bi tevahî nayên qebûlkirin."
Zeydî tekez kir ku êrîşan ewlehî û aramiya Îraqê kiriye armanc, û zirardayîna ewlehiya Herêma Kurdistanê zirarê dide ewlehiya niştîmanî ya Îraqê.
Zeydî her wiha got ku rayedarên peywendîdar dê rewşa van êrîşan lêkolîn bikin û kesên berpirsiyar li gorî qanûnê dadgeh bikin.
Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.