Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser bingeha daxwazeke fermî ya hikûmeta federal a Îraqê, ji hemû kompanîyên xizmetguzarîya înternetê di herêmê de hatiye xwestin ku gavên pêwîst bavêjin bo rawestandina demkî ya platforma Telegramê.
Wezareta Veguhestin û Ragihandinê di daxuyanîyeke de got ku ev daxwaz bi rêya Nûneratîya Hikûmeta Herêmê li Bexdayê gihiştiye wan.
Li gor hikûmeta federal, biryara rawestandina Telegramê ji ber belavkirina naverokên neyasayî hatiye girtin. Naverokên ku tê gotin metirsîyê li ser ewlehîya neteweyî û aramîya civakî çêdikin û di heman demê de gotarên tundûtûjî û nefretê belav dikin.
Daxuyanîyê diyar kir ku hikûmeta Îraqê 30 rojan dema daye kompanîya Telegramê da ku di vê maweyê de bi yasayan û daxwazên fermî yên dewletê re lihev bike.
Wezaretê herwiha ragihand ku daxwaza hikûmeta federal bi awayekî fermî ji hemû kompanîyên xizmetguzarîya internetê yên li Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên ku ji aliyê wezaretê ve destûrnameya karê hene, re hate şandin, da ku li gorî yasayan û ji bo parastina berjewendîyên giştî pêkanînên pêwîst bikin.