Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser beşdarîya xwe ya di civîna "Hevpeymanîya Rêvebiriya Dewletê" de ku li Bexdayê hatibû lidarxistin, daxuyaniyek da û tekezî li ser girîngîya pêkanîna bernameya hikûmetê û erkên niştimanî kir.
Barzanî roja Pêncşemê li ser X'ê çend xal destnîşan kirin û got ku ew piştgirîya tevahî ji bo Serokwezîr Elî el-Zeydî û hikûmeta Îraqê di gavên wan de dike. Wî dubare pabendbûna xwe bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser cîbicîkirina biryara hiştina çekan tenê bi destê dewletê de ji bo parastina aramîya Îraqê kir.
Wî got ku divê Îraq bibe faktera aramîyê li navçeyê û nebe qada gefxwarinê li ser welatên cîran yan jî dewletên din.