Dadgeha Bilind a Îraqê Daxwaza Rawestandina Demûdest a Karê Parlemana Kurdistanê Red Kir

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê doza taybet bi daxwaza raswestandina demûdest a karkirina Parlemana Herêma Kurdistanê red kir, li gor ragihandina Partîya Demokrata Kurdistan(PDK) û Yekîyî Niştimanî Kurdistan (YNK).

Ofîsa Têkilîyên Derve ya Partîya Demokrat a Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê daxwazeke derbarê derxistina biryareke demûdest ji bo rawestandina karê Parlemana Herêma Kurdistanê red kiriye.

Ofîsê di peyamekê de li ser platforma X'ê got ku Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Nifşê Nû bi hev re doz li dadgehê vekibûn û daxwaz kiribûn ku daniştin û karê parlemanê bên rawestandin, herwiha daniştina ku ji bo 4ê Mijdara 2026'an hatibû destnîşankirin, were jinavbirin.

Malpera PUK MEDIA ya girêdayî Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê jî di peyameke xwe de li ser platforma X'ê ragihand ku dadgehê daxwaza derxistina biryareke demûdest red kiriye, lê doza bingehîn hîn jî berdewam e.

Di vê derbarê de, parêzer Daban Ehmed Cebar got ku redkirina derxistina biryara demûdest tenê têkildarî daxwaza rawestandina demkî ya karên parlemanê ye, û ev yek nayê wê wateyê ku doza bingehîn a ku Tevgera Nifşa Nû vekiriye hatiye redkirin.

Wî diyar kir ku doza bingehîn, ku armanca wê betalkirina civîna 4'ê Mijdarê ye, hîn li pêş Dadgeha Federal a Bilind nehatiye biryardan û pêvajoya wê ya qanûnî dê berdewam bike.

Biryar a Dadgeha Bilind a Federalî çend rojan piştî wê yekê tê ku parlemanê Herêma Kurdistanê di 4'ê Mijdarê de, ji dema hilbijartinên Cotmeha 2024'an ve, bo cara yekem rûniştina xwe ya destpêkê li dar xist û desteya serokatîyê ya nû bi serokatîya Vala Ferîd, berbijêra Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), û cîgirê wê Ramî Nûrî hilbijart, herwiha Mûna Qehwecî posta sekreterê wergirt.

Parlemanê karî bi amadebûna 52 parlamenteran ji koma 100 parlamenteran rûniştinê li dar bixe û bi cudahîyeke kêm rêjeya yasayî ya pêwîst derbas bike.