DNO ya Nerwêcî Dîsa Dest bi Hilberîna Petrolê li Herêma Kurdistanê Kir

Kompaniya DNO ya Norwêcî ragihand ku piştî rawestîneke demkî ji ber şerê li Îranê, wê di hefteyên dawî de ji nû ve dest bi hilberînê li zevîyên petrolê yên Tawke û Pêşxabûr li Herêma Kurdistana kiriye.

Li gor daxuyanîya DNO ya îro Sêşemê, kompanîyê di 28'ê Hezîranê de li gundê Tawkeyê û di 11'ê Tîrmehê de li gundê Pêşxabûrê dest bi hilberînê kiriye. Wê herwiha got ku leza zêdekirina hilberînê bi rewşa bîran û ewlehîyê ve girêdayî ye.

Hilberîna safî li Herêma Kurdistanê di çaryeka duyemîn a vê salê de 273,000 bermîlên petrolê bû, ku ji 39,600 bermîlên petrolê di rojê de di çaryeka yekem a vê salê de û 56,070 bermîlên hevsengîya petrolê di rojê de di çaryeka duyemîn a sala borî de kêmtir bû.