Ukrayna Îdiayên Bicihkirina Dronan li Herêma Kurdistanê Red Dike

Komanîyeke Ukraynî dronên nû ji curê DARTS çê dike.

Balyozxaneya Ukraynayê li Îraqê roja Çarşemê daxuyaniyek belav kir û tê de îdîayên derbarê bicihkirina yekîneyên Dronan yên Ukraynî li Herêma Kurdistanê Îraqê de red kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ukrayna rêzê li serweriya Îraqê digire û pêwendiyên dostane yên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê re bi nirx dizane.

Balyozxaneyê herwih li ser Malpera Xê ragihand ku hûrguliyên ku roja 20ê Cotmehê ji aliyê Ajansa Tasnîmê ya Îranê ve hatine belavkirin, çêkirî û nerast in.

Hêjayî gotinê ye ku Ajansa Tasnîmê ya nêzîkî Arteşa Pasdarên Şoreşa Îranê berê îdia kiribû ku Ukraynayê hezaran dron li Herêma Kurdistanê bicih kirine. Lê Kievê wê îdayê bi tevahî red dike û dibêje ku bingehek ji bo van îdîayan tune ye.