Dadgehake Federal a Îraqî Biryara Sêdaredana Tawankarê Enfalê Pejirand

Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Federal biryara sêdaredanê li ser tawankar "Ecac Ehmed Herdan El-Tekrîtî" pesend kiriye, piştî ku ew bi tawanên jenosîd û tawanên li dijî mirovahîyê li dijî qurbanîyên Enfalê hatibû darizandin.

Serokê Dadgehê, Dadwer Se'ed El Lamî, di daxuyanîyekê de ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re tekez kir ku tawanên El Tekrîtî pêk anîne, binpêkirinên hovane li dijî girtîyên li "Girtîgeha Nuqret El-Selman."

Binpêkirinên ku di dozê de ev in: êşkenceya fîzîkî, birçîkirin, û tîbûna bi mebest heta mirinê, ligel pêkanîna tawanên destavêtinê li dijî hejmareke jinan.

Serokê Dadgehê destnîşan kir ku dê dosyaya dozê ji bo pesendkirinê û derxistina Biryarnameya Komarî ya taybet bi cîbicîkirina biryarê, ji Serokatîya Komarê re bê şandin.

Hêjayî gotinê ye ku Dadgeha Bilind a Tawanan biryara sêdaredanê li ser El Tekrîtî di 14'ê Gulana borî de derxistibû, û bi pejirandina Dadgeha Temyîzê re, ev biryar niha bûye biryareke dawî.