Binas Doskî: Peywendîyên Hewlêr û Bexdayê di Asteka Pir Baş de ne

Bnas Doski Iraqi MP

Endamê Encûmena Nûnerên Îraqê Binas Doskî ji Dengê Amerîkayê re got ku peywendîyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di qonaxeka pir baş û taybet re derbas dibin; her çend e hinek pirsên helawêstî hebin jî.
Doskî endamê Komîteya Petrol, Gaz û Çavkanîyên Xwezayî ya Encûmena Nûneran a Îraqê, bawer dike ku hemî pirsgrêkên heyn bi rêya komîteyên teknîkî ve werin çareserkirin.


Derbarê serdana şandeya Serokwezîrê Îraqê ya bo Washington DC nîva vê mehê, Doskî diyar kir ku her çend agahîyên wî yên hûr li ser navên nûnerên herêmê nînin, lê bawer e ku nûnerên herêmê çi ji kerta hikûmî yan jî kerta taybet di nav wê şandeyê de cih digirin.

Perlemater Doskî herwiha bal kişand ser rûniştina perlemanê ya îro ku taybet bû bi derbaskirina çend yasayan, ku di nav wan de xwendina yekem ji bo projeyasaya " Tawanên Agahdarîyê " hat encamdan. Di heman rûniştin de Serokê Parlamana Îraqê Heybet Halbûsî bal kişand ser rakirina parêzbendîyê ji ser hinek perlemanteran, û tekez kir ku ev pêngav tenê ji bo vegerandina heybet û rûmeta perlemanê ye, û kesên ku niha hatîne girtin di qonaxa lêkolînê de ne.

Li gor Doskî, di rûniştin Parlemanê ya roja Pênşemê de, dê Serokê Desteya weberhênanê ji bo lêpirsînê li perlemanê amade bibe.

Li dawîyê Doskî piştrast kir ku bloka Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgirî daye Helmeta Serokwezîr Elî El-Zeydî ya dijî gendelîyê û tedbîrên yasayî yên ku ji hêla dadwerîyê ve li dijî kesên gendel hatine girtin, û herwiha hemî kiryarên ku ji hêla serokê Encşmena Bilind a Dadwerîyê ve hatine kirin, û piştgirîya xwê berdewam dike.