Serekwezîrê Îraqê Elî El-Zêdî û Serekwezîrê Libnanê Newaf Selam, serokatîya danûstandinên di navbera herdu welatan de kir ku îro Yekşemê li Bexdaya paytext encam da.
Li gor daxuyanîyeke Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, di danûstandinan de gotûbêj li ser rêyên xurtkirina têkilîyên dualî di warên aborî, siyasî û ewlehîyê de hatin kirin, û her wiha li ser pêşxistina hevkarîya di navbera herdu welatan de hate axaftin bi armanca xurtkirina pêngavên geşepêdana giştî û berdewam, û bidestxistina berjewendîyên gelên Îraqî û Libnanî.
Serekwezîrê Îraqê giringîya ketina nav hevkarîyên aborî yên berhemdar di hemû sektorên geşepêdanê de diyar kir.
Wî her wiha tekezî li ser hevrêzîya hevpar a di navbera herdu welatan de kir ji bo rûbirûbûna astengîyên ku herêm tê re derbas dibe, û piştgirîya ji bo xebata dualî ya hevpar bi mebesta xurtkirina aramîya herêmî, kêmkirina alozîyan û rawestandina şeran kir.
Hêjaî gotinê ye Wezîrê Enerjî û Avê yê Libnanê Joe Se'dî, li vê dawî yê de gotibû ku Libnanê bi fermî ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê xwest ku ji bo serdana Bexdayê demek diyar bike, daku li ser ji nûkarkirina borîya petrolê ya Kerkûk-Trablûsê gotûbêj bikin.
Ev yek di demekê de tê ku dosyeya borîyên hinardekirina petrolê yên Îraqê bi rêya Deryaya Spî careke din derket rojevê, ev jî piştî ku Bexda û Şamê bi piştevanîya Amerîkayê peymanek ji bo ji nûsererastkirina borîya "Kerkûk-Banîyas" îmze kir.