Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pesna endamên wê komîteyê da ku lêkolîn li ser dosyaya qaçaxçîtîya petrolê li herêma Curf el-Sexirê kirine û ragihand ku wan ew tişt aşkere kirine ku ji debara jiyana Îraqîyan dihat dizîn.
Serokwezîr di daxuyanîyên xwe de biryar da ku xelat û spasname bêne dayîn bi endamên komîteyê û amaje bi wê yekê kir ku pêwîstîya hêzên ewlehîyê bi kesên ku li kêleka wan rawestin û piştgirîya wan bikin heye, û rexne li wan gotinan girt ku morala hêzan lawaz dikin.
Derbarê rûbirûbûna alîyên ku destê wan di qaçaxçîtîyê de heye, Zeydî aşkere kir ku hin kesan ew hişyar kirine ku hêzên wî yên pêwîst ji bo rûbirûbûnê nînin, lê wî di bersivê de gotiye: "Eger hêz bêçare bimînin, ez ê bang li gel bikim da ku berevanîyê li mafên xwe bike."
Derbarê berdewamîya şerê li dijî qaçaxçîtîyê de, Serokwezîrê Îraqê piştgirîya xwe ji bo dadwerîya Îraqê nîşan da û tekez kir ku ji Zaxoyê li bakur heta Besrayê li başûr, li welêt ti bihusteke erdê namîne ku operasyonên qaçaxçîtî an dizînê lê bên kirin.
Hêjayî gotinê ye Serokwezîr Zeydî doh Şemîyê 14'ê Mijdarê biryar da ku tawanbaran bide dadgehê û 9 berpirsên ewlehî û îdarî ji kar dûrxistin, di nav wan de Fermandarê Polîsê Babilê, Fermandarê Heşdî Şe'bî li Babilê û Rêveberê kompanîya Boriyên Petrolê jî hene. Ev yek piştî wê yekê hat ku lêkolînê qaçaxçîtî, hebûna parzûngehên petrolê û sextekarî piştrast kir.
Ji alîyê xwe ve Komîteya Parlemanî ya lêkolîna li ser dosyeya qaçaxçîtîya neftê li Îraqê, ragihand ku wê pêşnîyazên xwe bilindî Serokatîya Parlemanî bikin da ku ji bo hikûmetê bên şandin.
Di çarçoveya cîbicîkirina rênimayên Serokê Parlemaê de û di nav karên Komîteya Demkî ya Parlemanî ku bi Fermana Parlamentoyê ya hejmar (198) a sala 2026'an bi serokatîya Parlamenter Xalid Ubeydî hatiye avakirin, komîteyê îro Yekşemê civîna xwe ya duyem li dar xist.
Di civînê de mêvandarîya Wezîrê Petrolê, kadroyên pêşketî yên wezaretê û alîyên peywendîdar hat kirin. Ev gav di çarçoveya temamkirina zincîreya mêvandariyên aliyên peywendîdar de hat avêtin, bi mebesta agehdarbûna li ser kurteyekî hûrgilî û gotûbêjkirina zanyarî û raporên teknîkî û îstîxbaratî yên ku derbarê operasyonên qaçaxçîtîya petrolê li herêmên Curf el-Sexir, Kerkûk û Herêma Kurdistanê gihîştine destê wan.
Herwiha di civînê de ew êrîşên ku li ser Kêlgeha Gazê ya Kormorê hatine kirin û encamên wan ên ewlehî û aborî yên ku bandorê li ser ewlehîya enerjîya niştimanî dikin, hatin gotûbêjkirin.