Serokê Komarê Îraqê Nizar Amêdî îro Pêncşemê bi Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf civîya û li ser têkilîyên di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.
Li gor daxuyanîya Serokatîya Komarê li ser platforma X'ê, herdu alîyan rêyên xurtkirin û pêşxistina peywendîyên dualî nirxandin. Wan herwiha li ser berfirehkirina asoyên hevkarîya hevbeş di gelek qadan de, wekî aborî, bazirganî û veberhênanê, axivîn.
Li gorî daxuyanîyê, Amêdî piştgirî da hewildanên Pakistanê ji bo navbeynkarîya di navbera Amerîka û Îranê de. Wî herwiha spasîya Şerîf kir ji bo hewlên Islamabadê yên dawîkirina alozîyê û kêmkirina girjîyên herêmî.
Ji alîyê xwe ve, serokwezîrê Pakistanê girîngîya pêşxistina têkilîyên di navbera herdu welatan de tekez kir û pesnê helwestên Îraqê da ku herdem banga diyalog û çareserîyên dîplomatîk ji bo çareserkirina krîz û alozîyan kiriye.