Îraq: Eger Em Bêhtir Petrolê Hinarde Nekin, Em ê ji OPEC'ê Derkevin

Hinek çavkanîyann ji ajansa Reutersê re îro Pêncşemê gotine ku Îraq dixwaze derketina ji OPEC'ê binirxîne, eger ev sazî destûrê nede ku ew hilberîna xwe ya petrolê pir zêde bike.

Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) berî du mehan ji OPEC'ê derket.

Îraq piştî Erebistana Siûdî hilberînerê herî mezin ê OPEC'ê ye. Pereyê Îraqê bi piranî ji petrolê tê, lê ji ber ku şerê Îranê Tengava Hormuzê girtîye, pereyêwan kêm bûye.

Berpisekî bilind ê wezareta petrolê ya Îraqê ji Reutersê re got ku Îraqê plankirbû ku ji OPEC’ê derkeve, lê plana wan a niha ew e ku di nav sazîyê de bimînin û bixwazin ku destûr bidin daku bêhtir petrolê derxînin û hinarde bikin.

Heta amadekirina vê raportê, daxuyaniyek fermî ji alîyê karbidestên Îraqî derbarê îdîayên raportên ku dibêjin dibe ku ji OPECê dernekeve ger ku şertê Îraqê yê zêdekirina derxistin û hilberîna nefta Îraqê erê neke.