Tişrîn û Îraq: Di Navbera Daxwazên Çaksaziyê û Deshilatê de

Arşîv: Xwepêşandanên Îraqê

Salvegera heftemîn a Xwepêşandanên Tişrînê li Îraqê, gotûbêjên kûr li ser daxwazên çaksaziya siyasî, dadgehkirina kujerên xwepêşanderan û şerê dijî gendeliyê careke din zîndî dike.

Bîranîna Tevgera Tişrînê li Îraqê di demekê de tê ku fişarên aborî û giraniya jiyanê barê welatiyan girantir dikin, ev jî pirsên mezin li ser bersivdana saziyên siyasî û şiyanên wan ên di vegerandina baweriya kolanê de tîne ber çavan.

Li Bexdayê û gelek bajarên din, bi dehan hezar welatî roja Yekşemê 25 cotmehê di salvegera heftemîn a protestoyên gelêrî yên sala 2019an de daketin kolanan.

Xwepêşandanên sereke li meydana Tehrîr û Nesr'ê li navenda paytexta Îraqê hatin kirin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê dor li xwepêşanderan girtin.

Protestoyên Îraqê

Tevî ku xwepêşandanên roja yekşemê bi giştî aştîyane bûn, lê dîsa jî diruşm û sloganên li dijî Îranê û kom û partiyên ser bi wê ve hatin bilindkirin."

El-Frêcî: Siyaset û kiryarên hikûmetê ne lihev in

Serokê berê yê Civata Eşîran li parêzgeha Besreyê, Şêx Ra'id El-Frêcî destnîşan kir ku daxwazên xwepêşanderan hîn jî wek xwe mane. Di nav van daxwazan de, çaksaziya sîstema siyasî, eşkerekirina kujerên xwepêşanderan û dadgehkirina wan, dîsa jî cezakirina kesên gendel û dizên samanê giştî li pêşiyê ne.

Sheikh Raed Al-Fraiji - Iraq

El-Frêcî rexneyên tund li performansa Serokê Hikûmetê Elî Zeydî girtin û diyar kir ku ew di bin zexta aliyên siyasî de dixebite. Di vê derbarê de wî gote Dengê Amerîkayê,"Îro mixabin, gotin û daxuyaniyên Serokê Hikûmetê tiştek in, lê kiryarên wî tiştekî din ê dijber in. Em tenê sozên medyayî dibînin, lê li ser erdê hê ti tiştekî berçav nehatiye kirin."

El-Frêcî girêdanek rasterast di navbera berdewamiya aloziyên aborî û îhtimala derketina pêleke nû ya xwepêşandanan de dibîne. Wî bal kişand ser bilindbûna bihayê dolarî û xwarinê, ligel talankirina samanê giştî, ku ev yek azarên welatiyan zêde dike û hêrsbûna civakê kûrtir dike. Wî hişyarî da ku ev rewş dikare bibe sedema berfirehbûna xwepêşandanan bo parêzgehên din jî.

Mehmûd El-Necar: Em dewleteke ku qanûn tê de serwer be dixwazin

Ji aliyê xwe ve, çalakvan Mehmûd El-Necar ku beşdarî xwepêşandanên Tişrînê kir bû, diyar kir ku bîranîna Tişrînê bangewaziyek e bo avakirina dewleteke ku qanûn serwer be û rûmeta welatiyan biparêze.

Mahmoud al-Najjar - Iraqi

El-Necar gote Dengê Amerîkayê ku ev bîranîn derfeteke bo bibîranîna qurbanî, birîndar û windayên xwepêşandanan, û herwiha bo pişgtirîkirina wan kesên ku hîn jî li bendê ne sîstema siyasî were çakkirin û azadiya derbirînê bê zext bihê parastin. Wî got: "Em dixwazin li welatekî azad û birêz bijîn; welatekî ku qanûn tê de serwer be."

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pêwendî bi (Tevgera Sivîl) û rêberên xwepêşanderan re kir. Wî nûnerê xwe şand meydana Tehrîrê û daxwazên xwepêşanderan wergirtin. Herwiha sozên girîng hatine dan bo destpêkirina li dûvçûna nû dijî kesên gendel û peydakirina derfetên kar û tayînkirina ciwan û derçûyên zanîngehan.