Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Husên, serokatîya şandeyeka bilind a ewlehî û dîplomatî, îro Yekşemê (12ê Tîrmeha 2026an) bi serdaneka fermî gihîşt Riyada paytexta Erebistana Siûdî, ku ev serdan li ser vexwendina fermî ya hevtayê wî yê Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan bin Ebdullah pêk hatîye.
Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê, ragihand ku biryar e şandeya Îraqî ligel berpirsên bilind ên Siûdîyê danûstandinên giring ên siyasî û ewlehî encam bide daku behsa rêyên bihêzkirina peywendîyên dualî û pêşvebirina mekanîzmayên hevahengî û hevkarîya hevbeş di warên cuda de bikin.
Wezaretê tekez kir ku ev pêngav ji bo dabînkirina berjewendîyên herdu welatan û piştgirîkirina ewlehî û aramîya li ser astê herêmî û navdewletî pir giring e.
Di vê serdana fermî de, ligel Wezîrê Derve Fûad Husên, Şêwirmendê Ewlehîya Neteweyî Qasim El-Ebûdî, Serokê Sazîya Hewalgiriya Neteweyî Hemîd El-Şetrî û hijmarek berpirsên Wezareta Derve ya Îraqê cîh digirin.
Hêjayî gotinê ye ku serdana Wezîrê Derve yê Îraqê bo Riyadê piştî peywendiyeke telefonî ya di navbera Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel bin Ferhan û hevtayê wî yê Amerîkî Marco Rubio de pêk hat ku tê de pêşketinên herî dawî yên herêmî hatin nîqaşkirin û girîngiya berdewamîya hevrêzî ji bo piştgiriya ewlehî û aramiya herêmî hate destnîşankirin.